Leşkerên Tirk ji 10 penaberên ku hewl didan ji Rojava derbasî Qoserê bibin berê 4 ji wan dan erdê mayinkirî û ew qetil kirin. Li yên mayî jî êşkence kirin û gef li wan xwarin.

Li gorî îfadeyên îfadeyên mexdûran komek ji 10 penaberan dema ku hewl didan 5’ê Cotmehê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hewl didan derbasî navçeya Qoserê ya Mêrdînê bibin, jendermeyên Tirk bi wan hesiyan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 6 ji penaberan hatin girtin, yekî karîbû ji sînor derbas bibe û xwe gihand Qoserê. Sê penaberên mayî jî li qada navbera dîwar û têlên li ser sînor asê man. Li gorî îfadeya penaberên sax mane, leşkeran bi zorê berê 4 penaberan dane erdê mayinkirî û ew kuştin. Li yên mayî jî êşkence kirin û bi rengekî neqanûnî destgîr kirin.

Ev hovîtî, piştî ku penaber ji bo dersînokirinê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hate kirin, eşkere bû.

Cenazeyê penaberan ji devera bimayin hatin rakirin û wan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat gotin, ji bo bûyer neyê bihîstin her 5 penaberên din hatine destgîrkirin. Lê belê hat derpêşkirin ku penaber nehatine binçavkirin û bi hinceta li Îdareya Koçberiyê ya Bajêr cih tunebûye wan birine qereqolê. Li gor tê gotin, penaberên ku 3 rojan li Qereqola Jendermeyan a Qoserê hatine ragirtin, sê rojan tî û birçî hatine hiştin û xeber nedane xizmên wan û gef li wan hatine xwarin. Dîsa hat gotin rewşa tenduristî ya penaberan nehatiye sehkirin û bêyî ku wan bibin nexweşxaneyê rapora wan a tenduristiyê hatiye amadekirin. Her wiha gef li penaberan hatiye xwarin ku ji bo tiştên hatine serê wan ji kesî re nebêjin û gilî nekin.

Di zabitnameya îfadeyê ya her çar penaberan de, hatiye gotin ku ew koma ewil bûne û piştî derbas bûne teqîn çêbûye. Bi darê zorê ji penaberan re hatiye gotin ku ger hûn bibêjin ji xeynî deng tiştek nebihîstine û li qereqola jendermeyan bi tu miameleyeke xirab re rû bi rû nemane û bi zorê îmzeya wan li binî zabitnameyê danîne.

‘BERA DEVERA KU BIRAYÊ MIN LÊ BÛ DIDAN’

Piştî bûyera sewqî Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hatiye kirin, bûyer derketiye holê. A.J.’yê 16 salî ku li dozgeriyê îfade da tiştên hatine serê wan gotine. A.J., di îfadeya xwe de gotiye kesê bi navê El Zûb bi hezar dolarî ew derbas kirine û gotiye: “Em 10 kes bûn. Kesê ku bernavê wî El Zûb got, ew dikare me di sînor re derbas bike. Me jî her kê hezar dolar dayê. Li ser blokên betonî yên li sînor têl hebûn. El Zûb, têl birîn û me jî xwe di ser blokan re avêt û em derbasî Tirkiyeyê bûn. Li vê derê jî li erdê têl hebûn. Ji ber vê pantorê min qetiya. Ji van deh kesan yek jê jî kekê min Îbrahîm bû. Gava em derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn, ji nişkave me dît ku nêzî 20 esker li pêşiya me ne. Ji wan eskeran yekî jê lembeyek xist destê birayê min û jê xwest li ên din bigere. Di vê navê re esker bera derdora birê min dida. Û li pişta birayê min dida. Di vê navê re bi milê kesekî ku bi me re hatibû girt û ew anî. Ev kes bi tirkî dizanibû. Birayê min bi çaplûkan li ên din digeriya. Wê kêliyê ez hebikekî dûrî wî bûm. Piştî hinekî çû teqîneke mezin çêbû. Wê kêliyê min fêm kir ku her sê kesên ku birayê min li wan digeriya reviyane. Gava reviyane yekî ji wan pêl mayinê kiriye. Ji ber vê teqîn çêbû.”

‘JENDERMEYAN XWEST BIÇE CIHÊ BIMAYIN’

A.J., aniye ziman ku piştî teqînê gazî birayê xwe kiriye û got, lê belê jendermeyê ku lembe da birayê wî berê birayê wî da cihê bimayin. A.J. di îfadeya xwe de gotiye: “Dûre em birin qereqolê. Di 6’ê Cotmehê de serê sibehê me birin nexweşxaneyê. Lê belê wê çaxê ez di wesayîtê de mam. Kesê li cem min birin nexweşxaneyê. Ez qet ji wesayîtê daneketim. Ji ber ku min tim pirsa birayê xwe dikir, rabûn ji bo teşxîskirinê min birin nexweşxaneyê. Piştî min birayê xwe teşxîs kir, min ji nexweşxaneyê birin. Cardin me birin qereqola jendermeyan. Jenderme dît ku birayê min çûye cihê bimayin, jixwe wî jî dixwest wisa bibe. Nizanim wê bi çi awayî rapora edlî bidin min. Ji bo muayeneyê bi tu awayî min nebirin nexweşxaneyê. Min nebirin cem bijîşkekî jî.”

Parêzerê A.J. jî anî ziman ku muwekîlê wî 3 rojan di binçavan de maye, lê belê der barê wî de tu biryareke binçavkirinê tuneye. Parêzer got: “Di dosyeyê de jî biryareke bi vî rengî tuneye. Nehatiye fêmkirin kî û ji ber çi wan sê rojan di binçavan de hiştine. Muwekîl got, sê rojan tî û birçî maye. her wiha muwekîl got, cendirmeyan bi zorê birayê wî şandiye devera bimayin û bi qundaxa çekê li serê wî dane û bi pehînan lê xistie. Amade yekesê navbirî teşxîs bike. Demildest divê kar û barê teşxîskirinê dest pê bike…. Li cem dozger jî ji be rbirçîbûnê û ji ber mirina birayê xwe giriya.”