Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG’ê, li du bajarokên Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek kirin. Di encamê de 19 çete bi çekên wan girtin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê, di 10’ê Cotmehê de hêzên YAT’ê û Koalîsyona Navneteweyî li bajarokên Dişîşa û Suwarê yên Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama operasyonê de 19 çete tevî çek û cebilxaneyên pê re hatin girtin.”
Cebilxaneyê ku hatiye desteserkirin;
“1 Doçka (12.5)
2 B-7
1 AK-47
1 M-16
1 Çekê sekvanî
1 BKC
3 bombe
Gelek fîşek û jarjor.”