Li Entalyayê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP’ê Deger Yorgûn û Osman Metîndir hatin destgîrkirin.
Li Entalyayê duh wesayîta rêveberên HDP’ê hatibû sekinandin. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê û çalakgera TJA’yê Hazal Taş û Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’e Ferît Yildiz hatibûn destgîrkirin.
Piştre rêveberên HDP’ê yên rêxistina Entalyayê Deger Yorgûn û Osman Metîndir jî hatin destgîrkirin. Maweya nezaretê ya her çar kesan 4 rojan hate dirêjkirin.