DYE’yê Sêşemê daxuyanî da û got ji bo domandina New Startê bi Moskowayê re peymaneke prensîbê ya bi asta bilind danîne.

Muzakerevanê Emerîkî Marshall Bîlîngslea li konferansekê ku saziya ramanê ya bi navê Herîtage Foundatîonê hazir kiribû axivî û got, ”Di ber sînordarkirin, rawestandina çekên nukleer de em dixwazin peymana New Startê demekê dirêj bikin.”

Bîllîngslea ji Hezîranê ve bi Moskowayê re muzakereyan dike. Peymana New Start serê 2021’ê wê biqede. Ev jî dikeve bara qedandina dema peywirê ya Donald Trûmp.

Moskowayê bersiv da daxuyaniya Bîllîngslea. Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Rîabkov got, ”Rûsya û DYE li ser rawestandina çekên nukleer li hev nekirine.”

Rîabkov ji ajansên nûçeyan ên Rûsyayê re axivî û got bi vî rengî, ”taloqkirin nayê qebûlkirin.”

Peymana New Startê ku ji bo kêmkirina çekên stratejîk e û di navbeyna du aliyan de ye, 2010’an hatibû îmzekirin.