Dewletê ber bi 2009’an ve êdî gotina ‘Rêzdar Ocalan’ a ji bo Rêberê Gelê Kurd sûc hesiband. Bi deh hezaran Kurdî bi gotina ‘Rêzdar’ li ser xwe da. Dewlet careke din çû cem Rêzdar Ocalan lê dîsa jî ji çaresriyê baz da.

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd serdema 2006-2009’an weke serdema herî giran derbasî qeydan bû. Dewleta Tirk rejîma tecrîd û êşkenceyê ya li Imraliyê giran kir. PKK’ê jî ji bo rê li xitimaniya Tirkiyê bîne projeyeke aştiyê ya ji 10 xalan deklere kir. Li sere wan xalan jî biryara agirbestê hebû, lê li gel agirbesta ku Cotmeha 2006’an jî dewleta Tirk operasyon nesikinand.

Li ser mitebeqata 5’ê Mijdara 2007’an a li Qesra Spî ya di navbeyna Serokê DYE’yê Bush û Serokwezîrê Tirk Erdogan de, meclîsa Tirk tezkereyeke şer derxist. Ocalan ku pêşbîniya operasyona berfireh a dewleta Tirk û êrîşan kirî, li dijî vê li ser modêla Konfederalîzma Demokratîk israr dikir.

Ocalan dawiya mijdarê bi rêya parêzerên xwe wiha digot:’’Ez jib o Kurdan Kurdistana Xweseriya Demokratîk pêşniyar dikim. Terma Kurdistanê bi esasî termeke cografîk e, ne Kurdan jî gotiye. Ji dema Siltanê Selçûkî Sencer ve wiha tê gotin. Kurdistana Xweseriya Demokratîk hem li dijî paşverûtiyên navxwe yên Kurd, paşverûtiyên feodal demokratîkbûnê pêk tine hem jî li bara derve helwesta Kurdan vedibêje. Di vê rêxistiniyê de dijberiya dewletê nine, armanc nake ku dewletê jî ava bike. Bi rengekî, di nav sînorên berdest û avaniyên dewleta de azadiya Kurdan temsîl dike. Di encamê de têgîna xweseriyê bi azadiyê re têkildar e. Ti problema Xweseriya Demokratîk bi dewletê, bi sînoran re nine. Tê maneya ku xwecih xwe di nav dewletê de îfade bike. Di Xweseriya Demokratîk de Kurd bi rengekî azadiya xwe pêk tînin. Têkilî perwerde, ziman û geşedanên kulturî dibistanên xwe vedikin. Pirgirêka aborî ya gel heye, hewce bike wê bankayên xwe vekin, kooperastîfan vekin. Perwerdeya zimên wê bikin, li ser mijarên din enstîtûyên xwe vekin. Ev nayê maneya ku dewlet nine, an jî dewlet tê redkirin. Li gel saziyên dewletê, weke avaniyeke ku bi rengekî daxwazên Kurdan pê bi cih tên, mirov dikare wiha bifikire. Ev maf civakê têkildar dike, bi sere xwe tiştekî nabêje.’’

DEWLETA TIRK XWE NEBIHISTÎ KIR

Li gel van nirxandin û bangên Rêberê Gelê Kurd jî dewleta Tirk konsepta şer li ser Tevgera Azadiya Kurd ferz kir. Artêşa Tirk hêzên herêmî û global jî da pey xwe, 21’ê Sibata 2008’an li ser Başûrê Kurdistanê û Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşa dagirker da destpêkirin. Artêşa Tirk li bara berxwedana gerîlayên HPG’ê şikest. 2008 weke ‘Dastana Zapê’ ku gerîlayên Kurd nivîsîn derbasî dîroka têkoşînê bû, li ser rewşa şer a giran bûyî Rêberê Gelê Kurd wê bikete dewrê.

PIŞTÎ KU HIJMARA ŞAREDARIYAN JI 38’AN BÛ 99

Ji bo derî li pêvajoyeke nû were vekirin alî li hêviya encamên hilbijartina 2009’an a şaredariyan bû. Dema ku sendoq vebûn ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê jî wê serdemeke nû dest pê bikira.

DTP ya ku li dora pêşniyarên Ocalan rêxistinî dibû û dixebitî, şaredariyên li Kurdistanê ji 33’yan hilda 99’an. Wan, Sêrt û Îdir jî ji dest AKP’ê hatin standin.

Encamên ku di hilbijartinê de derketin kir ku desthilata AKP’ê de di çareya pirsa Kurd de hin tercîhên nû bike. Şandeyeke bi asta bilind a dewleta Tirk çû Imraliyê, bi rêya Rêberê Gelê Kurd hevdîtin kir. KCK’ê bi banga Ocalan, encamên di hilbijartina xwecih a 29’ê Adarê de derketin holê da ber çavan û 12’ê Nîsana 2009’an biryar li ser rewşa bêşer da. Wan deman Serokkomarê Tirk Abdullah Gul jî got, ‘’wê tiştên xweş bibin’’ lê hê 24 saet di ser re nebihurîbû li dijî tevgera siyasî ya Kurd konsetpa tasviyekirinê hate ferzkirin.

BI ‘OPERASYONÊN KCK’Ê DESTWERDAN

Hê 24 setan di ser rawestina şer a aliyê Kurd re derbas nebûbû di navê ‘’Operasyonên KCK’ê 14’ê Nîsana 2009’an pêvajoya ‘’operasyonên qirkirina siyasî’ dane destpêkirin. Rêveberên DTP’ê, BDP’ê, şaredar, sendîkavan, xwendekar, nûçegihan, akademîsyen, parêzvanê mafê mirovan dihatin destgîrkirin û girtin.

‘RÊZDAR OCALAN BÛ SÛC’

Konsepta ku dewleta Tirk 2009’an sazkar kirî hingî wan ji hed derketibû, gotina ‘Birêz Ocalan’’ weke ‘’sûc’’ hesibandin. Li dijî lêpirsîn û ceza û dosên ku ji bo ‘’Birêz’’ hatiye gotin 23’yê Gulana 2009’an kampanyaya ,’’Heke gotina ‘Birêz Ocalan sûc be ez jî vî sûcî dikim û xwe îxbar dikim’’ hate destpêkirin.

Bi vê kampanyayê re ku weke çalakiya ‘îxbarê’’ ya herî mezin a di dîroka dewleta Tirk de derbasî qeydan bû, li Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Colemerg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Çewlik, Dersim, Rihayê hema hema li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê bi deh hezaran kesî li ser xwe da. Tenê di meha pêşî ya kampanyayê de 30 hezar kesî li ser xwe da, ji van 495 kes hatin destgîrkirin, li ser hezar û 350 kesî lêpirsînê dest pê kir.

Kampaya bû girseyî ji bo ku pêşî lê were girtin daxwazname nema hatin qebûlkirin, li ser vê bi rêya posteyê daxwazname ji dozgeriyan re hate şandin. Ji ber çalakiyê bi hezaran kes hatin destgîrkirin, bi sedan kes hatin girtin, li ser bi hezaran kesî doz hatin vekirin, cezayê girtîgeh û pereyan li wan hate birîn.

MEŞA AMARA

Bi deh hezaran Kurd ji bo ku dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe nîşan bidin eynî rojê berê xwe dane cihê bûyinê Ocalan, Amarayê. Ên ku 4’ê Nîsanê roja bûyinê ber bi Amara ve meşiyan rastî astenga dewletê hatin. Hêzên dewleta Tirk konvoya bi sedan wesayit disekinand, di navbeyna gel û hêzên polîs/jandarma de pevçûn derdiket. Li gel vê jî Kurdan bi berxwedanê xwe gihandin Amarayê, hêzên dewleta Tirk du ciwanên Kurd ên bi navê Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglon qetil kir.

DAXUYANIYA 29’Ê TÎRMEHÊ YA HIKÛMETÊ

Hem li nav raya giştî ya Kurd û hem jî li nav raya giştî ya Tirk nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk geş dibûn, hikûmeta Tirk jî daxuyaniya ku dihate payin dawiya Tîrmehê da. Wezîrê Karê Derve Beşîr Atalay 29’ê Tîrmeha 2009’an daxuyanî da. Atalay got di pirsa Kurd de wan pêvajoya çareseriya demokratîk dane destpêkirin. Atalay got di dest wan de ti pêşniyara çareseriyê nine, ji bo vê ew ê bi hemû derdoran re bidin û bistînin.

JI IMRALIYÊ NEXŞERÊ

Hema li pey daxuyaniya aliyê Tirk Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Nexşerêya ku hazir kirî 20’ê Tebaxa 2009’an radestî rêveberiya girtîgehê ya Imraliyê kir. Dewleta Tirk dest li ser Nexşerê danî, ku çareya pirsgirêkê li ser 10 xalan danîbû. Ocalan 23’yê Cotmehê dema ku bi parêzerên xwe hev dîtî, li ser Nexşerêyê hin pêşagahî dida, ku piştî 1,5 salî wê Nexşerê bigihaşta ber destê raya giştî. Ocalan digot projeya çareserî û aştiyê ya ku hazir kiriye ji sê qonaxan pêk tê û wiha rêz dikir:

*Gava pêşî; dewlet wê hemû mafê Kurdan mîsoger bike. Mîsogeriyê bide. PKK jî wê bi dewletê bide çespandin ku ne dabeşkar e. Wê ragihîne ku tundî bi esasî li ber xwe nedayne. Di vê qonaxê de wê rewşe bê şer were avakirin. Dewlet wê derfetê bide ku Kurd xwe bi xwe rê ve bibin.

*Heke ev bibe wê gava duyan vekişîne derveyî sînor bibe.

*Di gava sêyan de jî dewlet wê mîsogeriya ku dayî li mewzûata hiqûqî bîne. Dewletê her ku ev kir wê veger çêbibin.

KOMA AŞTIYÊ YA KU JI XABÛRÊ HATÎ

Piştî hevdîtina bi şandeya dewletê re ku çûbû Imraliyê Rêberê Gelê Kurd digot siyaset xitimiye, ji bo ku rê pêvajoyê veke dixwest ku Komên Aştiyê werin Tirkiyê. Piştî vê banga wî 19’ê Cotmeha 2009’an ji Qendîl û Kampa Penaberan a Mexmûrê çar jê zarokn Koma Aştî û Çareseriya Demokratî ku ji 34 kesan pêk dihat ji Deriyê Sînorê ê Xabûrê kete hundir.

Komên aştiyê bi pêşwaziya bi sed hezaran mirov ji Xabûrê hatin dema ku gihaştin Amedê dîmenên dîrokî çêbûn. Gerîla û penaberên Mexmûrî bi hezkirina bi milyonan mirov hatin pêşwazîkirin. Dîmenên pêşî ji Xaburê û piştre ji Amedê dihatin rayedarên dewleta Tirk dîn dikir. Erdogan, li ser pêşwazîkirina bi milyonan mirov got, ‘’li pey ranta siyasî ne’’. Wezîrê Karê Navxwe Atalay jî li ser dîmenan got, ‘’şov û provakasyon.’’

LI IMRALIYÊ DARBEYA 17’Ê MIJDARÊ

Dewleta Tirk payiza 2009’an pêvajo sekinand, fatoreya wê li tevgera siyasî ya legal a Kurd û Rêberê Gelê Kurd birî. Cezayê hicreya 10 rojî li Ocalan birî, ku jixwe tecrîd li ser hebû, her wiha bi operasyona qirkirina siyasî ku jê re ‘Operasyonên KCK’ê’ dihate gotin asta operasyonan pir hate bilindkirin. Her wiha 17’ê Mijdarê bi navê ‘başkirinê’ 5 girtiyên din birin girtîgeha ku Ocalan bi tena serê xwe lê dima. Li ser wan jî weke Ocalan tecrîda giran danîn. Eynî rojê bi guherînên di mîmariya girtîgehê de asta bicihanîna ‘konsepta kuştina li nav zemên berbelavkirî’ ku dewleta Tirk li Imraliyê bi cih dianî wê bihata lezandin.

Girtiyên ku pêşî şandin 15’ê Adara 2015’an li girtîgeheke dî hate bicihkirin, li şûna wan 17’ê Adara 2015’an 5 girtiyên din hatin şandin. Du girt3i, 27’ê Kanûna 2015’an bêyî daxwaza wan birin girtîgehên din, Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hê jî li Imraliyê têne girtin.

Rêberê Gelê Kurd bi guherîna mîmara girtîgehê ji odeya wî ya berê derxistin û li cihekî biçûktir, teng û bêhewa hate bicihkirin ku Rêberê Gelê Kurd ji vê re ‘’darbeya 17’ê Mijdarê’’ digot. Vê rewşê pirsgirêka tendiristiyê ya ji ber bêhawebûnê girantir kir. Girtiyên din jî ji bo Imraliyê piştre wê bigotana, ‘’asta tecrîda li vir pênc-deh caran li yên tîpa F’yê ne.’’

PIŞTÎ 2011’AN HEVDÎTINA PARÊZERAN

Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ber bi nîvê sala 2011’an girantir bû û bû xwedî asteke nû. Piştî 27’ê Tîmeheha 2011’an nema hiştin ku Ocalan parêzerên xwe bibîne. Her wiha 2010 û 2011’an piraniya parêzerên ku bi Ocalan re hevdîtin kirin 22’yê Mijdara 2011’an hatin destgîrkirin, ji van 36 jê hatin girtin. Parêzer bi qasî 30 mehî girtî man û piştre hatin berdan. Hevdîtina ku havîna 2011’an hate birîn bi salan wê bidomanda…

Sibe: Deriyê Imraliyê tim bi berxwedanê vebû.