Hevdîtinên heyat ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serokatiya wê dike, ya bi rêveberê asta jor a nûnertiya saziyên cuda û rêxistinên di bin sêwana Konseya Ewropayê de cih digirin re didomin.
Heyet bi civîneke ku ji aliyê Navneda Civaka Demokratîk ve hate organîzekirin bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Strasboûrg û derdorî wê dijîn re hatin ba hev. Di civînê de Bûldan û Ozsoy mafê axaftinê girtin û bûyerên rojevî û plansaziyên hilbijartinên xwecihî nirxandin.
Di heyeta HDP’ê de Serokwekîlê Meclîsê Prof. Mîthat Sancar, Alîkarê Serokê Perpirsê Têkiliyên Karê Derve û endamê MPKE Hişyar Ozsoy, Endama MPKE û parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerê HDP’ê yê KE Faîk Yagizay cih digirin. Di hevdîtinan de Sekreterê Giştî yê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa, Meclîsa Parlemeter a Konseya Ewropa (MPKE) Yekîtiya Çep, Serokên koma Sosyalîs û Lîberal Polîtîk, Serokê Kongreya Rêveberiya Xwecihî ya Konseya Ewropa Gudrûn Mosler-Tornstrom cih digirin.
KONFERANSA TÊKILDARÎ TECRÎDÊ
Li bendê ye ku hevdîtinên di asta jor de saetên danê nîvro pêk bên. Heyeta HDP’ê saet 13:00 heta 14:00’an têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bendêye ku tevlî konferasa ku ji aliyê Koma Çep a NPKE ve bê lidarxistin bibin.