Li Rihayê wesayita servîsê ya karker tê de bûn li wesayiteke din ket, di encamê de 15 kes birîndar bûn ku 13 ji wan karker bûn.
Mînîbuseke servîsê ku karkerên li febrîqeya tekstîlê dixebitîn tê de bûn li wesayitekê qelibî.
Di qezayê de 13 karkerên di mînîbusa servîsê de û 2 kesên di wesayita din de birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Der barê rewşa wan a tenduristiyê de agahî nehatin bidestxistin.