Serokkomarê Kirgizistanê Ceenbekov got, “Ez xwe li desthilatdariyê asê nakim. Naxwazim bibim serokkomarek ku guleyan li welatiyên xwe direşîne û bi vî rengî naxwazim bikevin dîroka Kirgizistanê.”
Ceenbekov hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku dema welat aram bû ew dikare xwe ji desthilatdariyê vekişîne û roja Çarşemê jî gotibû ew ê li benda encamên hilbijartineke nû be.
Di 4’ê Cotmehê de bi hinceta ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin û deng hatine kirîn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kiribûn û komên muxalîf ên cuda gelek avahiyên cemaweriyê dagir kiribûn.
Di dawiya dawî de Serokkomar bi zexta Serokwezîrê nû Sadir Carapov îstifa kir. Serokwezîrê neteweperest ê ji aliyê parlamentê ve hate hilbijartin, dixwest ku Ceenbekov tavilê îstifa bike.
Serokkomarê îstifakirî her wiha bang li Carapov û komên din ên siyasî kir ku alîgirên xwe ji kolanan vekişînin.