Şehîdên Serêkaniyê û Nisêbînê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi civînekê hatin bîranîn.

Ji ber salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de şehîdên Serêkaniyê û Nisêbînê hatin bîranîn.

Tevî malbatên şehîdan gelek Kurdistaniyên li Helsînkiyê tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên civînê li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna azadiyê.