QAMIŞLO – Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo çalakiyên Mîhrîcana Osman Sebrî ya duyemîn dest pê kir. Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir piştre cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Hena Hena axivî û mîhrîcan diyarî berxwedana Serdemê ya Efrînê kir û wiha got: “Armanca me ji vê mîhrîcanê ew e ku çanda toreya resen were belav kirin. çanda biratiya gelan û hezkirina di navbera pêkhateyan de. Her wiha da ku cewhera jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were diyarkirin.”

Hena destnîşan kir ku destkeftiyên fikrî ku li herêmê hatine bi destxistin bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha anî ziman: “Fikra azad a Rêber Ocalan û nivîsên wî jêdera ku me jê her tişt wergirtiye.”

Endama Komîteya Amadekar Aram Arî jî axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir û got ku mîhrîcana îsal ji ber beşdarbûna balkêş ji aliyê hemû pêkhateyan ve dê guncaw be, nemaze gelek rewşenbîrên herêmên ku nû hatine rizgarkirin jî beşdar bûne.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye Dilawer Zenkî jî axivî û behsa qonaxên ku têkoşer Osman Sebrî têre derbas bûye kir û wiha got: “Têkoşer Osman Sebrî 18 caran ji aliyê sîstemên desthilatdar ên Sûriye, Tirkiye, Îraq, Îran û Lubnanê ve hatiye girtin. Têkoşer Osman Sebrî 12 sal ji temenê xwe di zîndanên van dewletan de qedandine.”

Piştre çalakiyên Mîhrîcanê bi helbestên hin helbestvanên beşdar dest pê kirin. Di Mîhrîcanê de gelek helbestvan û torevanên ji hemû pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûne û berhemên xwe bi zimanên kurdî, erebî û Suryanî pêşkêş dikin. Komîteya Amadekar heta niha 19 helbest bi zimanê kurdî, 25 helbest bi zimanê erebî û 16 çîrok bi zimanê kurdî û 22 çîrokên bi zimanê erebî û 3 gotarên toreyî bi zimanê kurdî û 9 jî bi zimanê erebî pêşkêş kirine.

Çalakiyên Mîhrîcana Osman Sebrî ya duyemîn dê sê rojan dom bike û di rojên yekemîn û duyemîn de berhemên beşdaran ku radestî Komîteya Amadekar kirine dê bêne xwendin û di roja sêyemîn de jî dê navê kesên serkeftî bêne eşkere kirin û dê bêne xelatkirin.

ANHA