Malbatên Abdurrahman Er û Mezlam Dag nameyek vekirî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Di bûyera têkildarî kuştina rêveberê MÎT’ê Osman Kose de ya 17’ê Tîrmeha 2019’an a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, cezayê darvekirinê li Mazlûm Dag û Abdûrahman Er hatibû birîn. Malbatên Dag û Er li ser mijarê nameyek vekirî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Nameya malbatên Abdurrahman Er û Mazlîm Dag a ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Serokê birêz;
Di 17 ê Tîrmeha 2019’an de li Iraqê li paytexta herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûyereke bi mirin pêk hat. Pişti bûyerê di demeke kurt de birazayê min Abdurrahman Er jî di nav de çend ciwanên Kurd hatin girtin. Birazayê min Abdurrahman Er û hevalê wî Mazlûm Dag 11’ê Sibata 2020’an di encama darizandinek demkurt de ji aliyê dadgeha Hewlêrê ya 2’an ve li van her du ciwanan cezayê darvekirinê hate birîn.
Ev biryar bi awayek lezgîn sewqî dadgeha bilind hate kirin. Di 22’ê Îlona 2020’an de li Iraqê rêveberiya dadgeha cezayê bilind ya herêma Başûrê Kurdistanê ev cezayê darvekirina van herdu ciwanan erê kir. Niha ji bo ku darvekirina van her du ciwanan were pêkanîn biryara we pêwist e.
Serokê birêz; cenabê we jî dizane di destûra cezakirinê yên pêşketî de û li walatên demokratîk bi piranî cezayê darvekirinê li destûran hatiye derxistin. Mixabin ji ber ku cezayê darvekirinê li Başûrê Kurdistanê heye em wekî malbat ketine di nava guman û xemgîniyek gelekî mezin de . Em malbatên welatparêz in, di tekoşîna azadiya Kurdistanê de me cangorî û berdêlên giran dane. Di serdemekê de ku li seranserê cîhanê li himberî darvekirinê tekoşînek berfireh tê meşandin, cezakirina du ciwanên Kurd bi cezayê darvekirinê em şaş û matmayî hiştine û em vê biryara darvekirinê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ev herdu ciwanên bi darvekirinê hatine cezakirin, ciwanên di bin zilm û zora dewleta Tirk de mezin bûyî ne. Her wiha ew şahidên zindî yên pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a li Kurdistanê ne. Li hemberî van zextan bi her awayî têkoşiyane. Kiryarên hovane û polîtîkayên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û her wiha komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin, hewce nake em ji we re şîrove bikin. Van ciwanan li hember kiryarên dewleta Tirk a li ser me û gelê me pêkanîne serî hildane. Em bêjin cihê wê bû yan jî ne cihê wê bû, em qebûl bikin an jî erê nekin, di vê bûyerê de armanca wan tenê dewleta Tirkiye ye û armanca wan yên serkêşiya operasyonan dikin û berpirsên MÎT’ê ne. Dema em kiryarên hovane yên dewleta Tirk a li Kurdistanê têne meşandin li ber çavan bigrin. Ev herdu ciwanên tevlî vê bûyerê bûyîn, li gora me ev ne bûyerek cezakirina bi cezayê darvekirinê ye. Van ciwanan gotiye ku ji bo parastina mafê gelê Kurd ev bûyer bi rêbazeke wiha hatiye pêk anîn. Bê guman encambûna bûyereke wiha bi mirinê me jî rast nedît. Em dizanin mirov dikare bi gelek rêbazan li mafê xwe bigere, di vê derbarê de em jî şîretkar in. Lê cezayê van ciwanan pêwîst e qet ne darvekirin be. Têkildarî vê biryara cezayê darvekirinê ya ji aliyê dadgeha herêma Başûrê Kurdistanê ve em pir xemgîn kirin. Ev ciwan Şervanên azadiyê ne. Raya giştî ya Kurdistanê ya welatperwer wisa dibîne û dizane. Eger îro ji aliyê dadgeha Kurdistanê ve bi cezayê darvekirinê ev ciwan têne cezakirin ev ji me re bê siûdî û bê şansiya herî mezin e. Em wekî malbat nikarin vê rewşê qebûl bikin.
Li cîhanê û her wiha li herêma me jî mînakên wiha gelek in. Di sala 1915’an de ji aliyê dewleta Osmanî ve li ser gelê Ermenî komkujiyek gelek mezin hate pêkanîn. Talat paşa yê Wezîrê Karê Hundir yê wê demê, piştî şerê cîhanê yê 1’ê revî çû Berlînê. 15’ê Adara 1921’ê Talat paşa li Berlînê ji aliyê şoreşgerekî Ermenî ve hate kuştin. Piştî bûyerê ev Ermenî yê şoreşger ji aliyê dadgeha Berlînê ve hate dadgekirin kirin. Dadgeha Berlînê biryar da ji ber êş û jana gelê Ermenî ji destê Osmaniyan kişandî ev şoreşgerê Ermenî ceza nekir û serbest berda. Niha erê kirin û ne erê kirina vê darvekirinê di destê cenabê we birêz Serok de ye. Em li vir bangawaziya xwe digihînin cenabê we. Em daxwaz dikin hûn vê biryara darvekirinê erê nekin. Bûyereke bi hestên welatperwerî hatibe kirin û di encama vê de du ciwanên Kurd ji aliyê dadgeheke Kurdî ve bi darvekirinê bêne cezakirin, pêşîgirtina vê darvekirinê wek serokê herêma Kurdistanê tenê di destê cenabê we de ye. Heger ev biryar were pêkanîn baweriya gelê Kurd bi maf û edaletê namîne û şikestineke mezin wê di dil û mejiyên Kurdan de çêbibe û hestên netewî wê biperçiqin.
Em di vê baweriyê de ne, heger hûn vê darvekirinê erê nekin û bidin rawestandin hûn pêşiyê li rewşeke ku ji biratiya me re bibe ziyan bigirin. Ev helwesta we wê mohra xwe li dîroka gelê Kurd bide. Ev daxwaz û hestên me bi dehan ji aliyê rêxistin û saziyên sivîl û kesayetiyên navdar ve, têne destek kirin û pejirandin û ji niha ve bi me re di nava têkiliyê de ne û piştgiriya xwe bi me re nîşan didin.Ev sazî û rêxistinên sivîl û her wiha saziyên navnetewî li bendê ne ku cezayê darvekirinê ji tevahiya destûr û bi taybetî ji destûra “Herêma Başûr ê Kurdistanê” bê derêxistin.
Bi van hestan em careke din ji cenabê we daxwaz dikin, hûn cezayê darvekirinê erê nekin, nîşanî tevahiya cihanê bidin ku gelê Kurd û saziyên wan yên edaletê li hemberî darvekirinê ne.
Li ser navê malbata Er û Dag
Birayê Abdurahman Er, Necmeddîn Er”