Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê Cotmehê 2020 ÇARŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di çarçoveya civîna “Em xwe diparêzin” de axivî û got: Pêwiste, êdî mîmarê aştiya bi rûmet, azad bibe.

& – Kongreya Star a Rojava 8’emîn Kongreya xwe lidarxist, biryarên girtin û doh bi dawî kir.

&- Di çarçoveya serdanên sazî û rêxistinên Êzidî ya têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê de şandeyek ji jinên Êzidî pêk dihat, li Silêmanî serdana Tevgera Goran û KNK’ê kirin.

&- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, got, peymana li ser Şengalê pêk hatiye parçeyek ji komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî rêber Apo ye.”

&- Parlementerên Kurd yên Kerkûkê têkildarî kuştina 3 ciwanên Kurd, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hikûmeta Iraqê di parastina welatiyan de xemsar e.

&- Li Eyn Îsa di navbera leşkerên Tirk a dagirker û QSD’ê de şerê giran didomê.