Tevgerên Ciwanên Kurd li Fransa, Elmanya û Awûstûryayê li gelek bajaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êvara Çarşemê saet di 19:00 de bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re serhildan” li qada Belle de Mai li hev kom bûn û meşiyan.
Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa “Dem hatiye; Azadî ji Abdullah Ocalan re” meşiyan. Di meşê de dirûşmên bi Kurdî û Fransî hatin qîrîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, her wiha faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku bi beşdariya 70 ciwanî pêk hat, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û TCŞ’ê hatin hildan.
Ciwanan di rê de gelek belavok belav kirin û ji bo bala mirovan bikişînin ser çalakiyê meşaleyên reng bi reng hildan.
Bi qasî 20 deqeyan li nava bajêr meşiyan û piştre mîtîngek pêk anîn.
Aktîvîstekî TCŞ’ê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê ji çalakgeran re axivî û got, heta ku dawî li faşîzma dewleta Tirk bê anîn û Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê li qadan bin.
Aktîvîstê TCŞ’ê bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku berxwedanê mezin bikin û got, “Roj roja azadiya bi Rêber Apo re ye.”
BORDEAÛX
Ciwanên TCŞ’ê li navenda bajarê Bordeaûxê, li pêşiya Grand Theatreyê jî li hev kom bûn. Çalakiyê saet di 19:00 de dest pê kir û ciwanan pankarta bi Fransî ya bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hildan.
Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”,” Erdogan faşîst”, “û “Rejîma Tirk a faşîst rawestîne” qîriyan, nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd dan û xwestin ku Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve bê azadkirin.
Di çalakiyê de li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîdê belavok hatin belavkirin. Çalakî bi qasî 40 deqeyan dewam kir û bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
VIYANA
Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê bi heman armancê Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) mîtîngek li dar xistin.
Mîtîngê saet di 17:00 de li Bûndesplatzê dest pê kir. Di çalakiyê de standek ji pirtûk û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn û hin ji beşên pirtûkên Ocalan hatin xwendin.
Di çalakiyê de her wiha belavokek li ser tecrîdê hate xwendin. Xwendekarên Kurd bi dirûşma “Nêrîn nikarin bên girtin! Azadî ji Rêber Apo re” roja Çarşemê dest bi çalakiyên ji bo nasandina fikrên Ocalan kiribûn.
Hefteya bê jî wê roja Çarşemê bi heman armancê mîtîngek bê lidarxistin.
MANNHEÎM
Ciwanên endamên TCŞ û JXK’ê ji bo şermezarikrina tecrîdê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê stand danîn.
Çalakî li stasyona trenê ya navendî pêk hat û têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, her wiha zext û zordariya li Kurdan û siyasetmedaran, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk raya giştî hate agahdarkirin.
Çalakgeran piştre daxuyaniyek dan û ji bo pêşîgirtina li bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku hikumeteke şer e, wê li her cihî çalakiyên xwe dewam bikin.
Her wiha hate gotin, “Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe, lewma wê vê rastiyê timî li bîra cîhanê bixin.”
BENSHEÎM
Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê jî ciwanên endamên TCŞ’ê bi heman armancê çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan afîşên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên bi nivîsa “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hev re Serhildan” li deverên cuda yên bajêr ve kirin.









