Li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Kurkçuler a Edeneyê serê sibehê şewat derket. Şewat bi destwerdana arkujan hate vemirandin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Kurkçuler a Edeneyê serê sibehê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket.
Şewat ji aliyê arkujan ve hate vemirandin û gelek polîs û tîmên tenduristiyê ketin girtîgehê.
Agahî nehate bidestxistin ku şewat bi çi rengî derket û kes birîndar bûne yan na.