Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22ê Cotmehê 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Koordînasyona KJK’ê bi daxiyaniyekî got: Hêzên PDK’ê ku sala 2014’an civaka me ya Êzidî li naverastê hiştin, li şûna ku rexnedayina xwe bidin, rabûne bi hikumeta Iraqê re peymanek mohr kirine.
&- Yekîneyên Parastina Hewayî yên gerîlla, ji asîmên ve li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.
&- Artêşa Tirk a dagirker li çoltera navçeya Amed Lîcê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.
&- Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Şera, Şêrawa, Girê Spî û Eyn Îsa yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
&- Televîzyona Dewletê ya Swêdê -Svt, ragihand ku wê di meha Çile û Sibatê ya sala bê de jinên DAÎŞ’î yên Swêdî yên li kampên Rojava tên ragirtin, bên darezandin.
&- Li wargeha penaberan a Mexmûrê şehîd Bêrîtan ango Gulnaz Karataş, bi beşdariya sedan kewsî hate bi bîranîn.