Şandeya Dayîkên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Rojava kirin û rastiya şoreşa jinê û lehengiya ku jin ji bo dawîkirina zihniyeta baviksalarî pêk tînin dîtin. Dayîkan serdana xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin, tê de diyar kirbûn ku ew ê heta rizgarkirina hemû jinan tê bikoşin.

Derbarê mijarê de ajansa me bi endama şandeyê re Katrina Lacardin ku ji Franseye hevdîtineke çêkir. Lacardin anî ziman ku şoreşa jin bi taybet di qada leşkerî de li hemberî terorîstan matmayî maye.

Katrina wiha got: “Piştî ku me rastiya li Rojava dît, me moralên bilind girt, ku em hemû jinên li cîhanê rizgar bikin û tekoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî dewam bikin.”

Navenda Jineolojiya pêngaveke girîng ji bo danasîna rastiya jinê ye

Katrina da zanîn ku wan di destpêkê de serdana navenda Jineolojiya kirine û kêfxweşiya xwe bi navendê da diyarkirin û wiha got “Navenda jineolojiyayek ji pêngavên sereke û girîng a pêkanîna rastiya jinê ye, ji ber ku navend zanista jinê ye ku hêzên desthilatdar ew înkar kirin.”

Rastiya şoreşa Rojava di xwedîderkerina li şehîdan diyar dibe  

Katrina  her wiha got: “Di serdana me ya Goristana şehîdan de,  me rastiya Şoreşa Rojava nas kir, ji ber ku şênî  şehîdên xwe pîroz dibînin, ji ber şehîdan roleke mezin di têkbirina rêxistinên terorîst lîstin.”

Divê ku weqfeyên jinan li hemû dewletên cîhanê bêne vekirin

Her wiha Katrina serdana Weqfa jinê kir û destnîşan kir ku, ew cara yekemîn e navend û weqfeyên jinan dibînin û wiha got: “Weqfeya jinê ji ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan bi awayekî aktîf kar dike û ev pêngaveke girîng e ji bo çareserkirina dozên girêdayî jinan e, ji bo wê divê ku weqfeyên jinan li dewletên cîhanê bê vekirin.”

Rastiya berxwedana jinê di bajarê berxwedanê Kobanê tê dîtin

Katrina serdana bajarê Kobanê kirin û wiha got: “Beriya ku em bighêjin Rojava em di şewqê de bûn ku em ê bajarê berxwedanê ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê sekinî bibînin. Bi rastî dema ku me serdana Kobanê kir wekî me serdana cihekî pîroz kiriye, ji ber ku rastiya berxwedana jinê di berxwendana Kobanê de derket pêş û qada jina azad mînaka wê ye.”

Serdana me ji Rojava re moralê da me

Endama şandeya Dayîkên Aştiyê yên Enternasyonalîst Katrina Lacardin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serdana me li Rojava û dîtina rastiya jin û şoreşa wê û berxwendana jinan li hemberî çeteyan û taybet jinên Efrînê ku li kampan dijîn moral da me, em ê jî tekoşîna xwe heta rizgarkirina hemû jinên cîhanê, bilind bikin. “

ANHA