Welatiyên bajarokê Soran diyar kirin ku dewleta Tirk zêdetirî 30 kîlometreyan sînorên Başûrê Kurdistanê derbaz kirine. Welatiyan gotin ku leşkerên Tirk rojane bax û baxçeyên wan dişewitênin û ji ber tirsa leşkeran kes nikare biçe zozanan.
Dewleta Tirk a dagirker ketiye xaka Başûrê Kurdistanê û rojane axa Kurdistanê dagir dike. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê ya li hemberî dagirkeriyê berdewam dike. Welatiyên bajarokê Soran gotin ku ew ji tirsa leşkerên Tirk nikarin biçin zozanan û jiyana wan dinava metirsiyê deye. Welatiyan li ser dagirkeriya dewleta Tirk û tirsa leşkerên Tirk ji wina ji RojNews re axivîn.
Welatiyê bi navê Mîkaîl Hisên li ser dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got; “Em li dijî ketina leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê ne, leşkerên Tirk li bajarokê Soran zêdetirî 30 kîlometre sînor derbaz kirine. Ev yek bûye cihê metirsiya li ser gundên me. Welatî ji tirsa leşkerên Tirk nikarin biçin zozanan.”
Welatiyê din ê binavê Dilêr Kerîm jî balkêşa ser dagirkeriyê û got ku dagirkerî bûye sedemê zererek mezin ya niştecihên Biradost û navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê. Kerîm diyarkir ku wana daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine daku bi rêya danûstandinan çareseriyek ji vê rewşê re bibînin, ji ber ger wisan dewam bike wê gundî jî neçar bibin penaber bibin.
Dewleta Tirk rojane bax û baxçeyên gundiyan dişewitêne. Welatiyê binavê Simaîl Axa ji bilî vê diyarkir ku ketina leşkerên Tirk ya nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye sedemê metirsiyek mezin. Axa balkêşa ser helwesta Iraqê jî û got ku heya niha Hikûmeta Iraqê ti helwestek li hemberî vê yekê diyar nekiriye.