Hondûras bû welatê 50’yan ê ku qedexekirina çekên nukleer erê kirî. Bi îmzekirina Hondûrasê ya peymanê, li bendê ne ku di nava 90 rojan de bikeve meriyetê.
Serokê Komîteya Xaçasor a Navneteweyî Peter Maûder di daxuyaniya xwe de wiha nirxand, “Îro ji bo mirovahiyê girîng e, pêngaveke nû tê avêtin.”
Armanca peymanê ew e ku çekên nukleer bikaranîn, pêşxistin, hilberîn, ceribandin, stokkirin û gefa bikaranîna çekên wiha ji holê rakirine. Peymana Tebaxa 2017’an a li Cıvata Giştî a Neteweyên Yekbûyî (NY), 122 welatan piştgirî dabû, 84 welatan îmze kir.
DYE, Birîtanya, Fransa, Çîn û Rûsya ku Çekên nukleer lê hene, peyman îmze nekir.
Di salên dawî de, Nîjerya, Malezya, Malta û Tuvalu cihê xwe di nava welatên ku peyman îmze kirîn de girt. Îmzekirina Hondûrasê re peyman wê 21’ê Çileyê bikeve meriyetê.