Malbat, parêzer û şandeya Îmraliyê ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mêj ve ye agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin. Serlêdana hevdîtinê ku malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 14’ê Îlano 2018’an de li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê kiribû, bi hinceta “cezayê disîplînê” hatibû redkirin. Berê jî serdozgeriyê gelek caran bi hincetên wekî “keşt xirabe ye”, “Keştî tê temîrkirin”, “Rewşa awarte” serlêdanên hevdîtinê red kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk bi daxwaza Dadgeriya Înfazê ya Yekemîn a Bursayê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş biryareke nû da bû. Di biryara dadgeriyê de hevdîtina parêzeran heta 6 mehan hate qedexekirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan der barê tecrîda girankirî ya domdar de ji ajansa me ANHA’yê re axivî.
‘Rewşa Îmraliyê êdî tecrîd derbas kiriye’
Mehmet Ocalan di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku malbat, parêzer û şandeya Îmraliyê ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahiyên rasterast der barê Ocalan de nagirin û wiha got: “Li gorî qanûnan ew mafê hikumxwarekî heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Lê vê qanûnê ne ji bo malbat û ne jî ji bo parêzerên wî pêk tînin. Ev 3 sal e bi tu awayî ji birayê xwe agahiyekê nastînim. Gelo dijî yan najî, em nizanin. Vê rewşê êdî tecrîd jî derbas kiriye. Mînakeke din a vê rewşê li tu deverên cîhanê tune ye.Tecrîd li ser hebûna girtiyan çêdibe. Ev ne tecrîd e. Ev 3 sal e nahêlin em bi serok re hevditînê bikin. Rojana hincetan li dar dixin. Ew hincetên wan ne rast in û nayên qebûlkirin. Dewleta Tirk li dijî hiqûqa xwe tev digere. Divê parêzer, malbat û heyet bi serokatî re hevdîtinê bikin. Ev mafê wî yê herî hiqûqî ye. Pêwîst e deriyê Îmraliyê were vekirin da ku em agahiyekê ji serok bigirin.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkildarî îşkenceya fizîkî ya sala 2008’an nirxandibû û di 27’ê Îlonê de diyar kiribû ku “têra xwe delîl tune ne” ku îşkence li Ocalan hatiye kirin.
Der barê biryara DMME’yê de Mehmet Ocalan got ew biryar li dijî rastiyê ye û wiha pê de çû:“Heke hiqûq ji bo hemû kesan derbasdar be, pêwîst e ji serok û hevalên wî re jî derbasdar be. Hiqûqa DMME û CPT’yê li Îmraliyê nayê meşandin. Biryara DMME’yê ne hiqûqî ye, siyasî ye. Hevdîtîn ev 3 sal e nayê kirin. Gelo DMME çima wê li ber çavan nagire?.”
Biryara DMME’yê domandina komployê ye
Mehmet Ocalan da zanîn ku dewletên Ewropayê di sala 1998’an de deriyên xwe li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û ev tişt got: “Heke em wê bînin ber çavan, diyar e ku Ewropa li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Li ser parçekirina Kurdan berjewendiyên xwe dixwaze bi kar bînin. Ewropa naxwaze pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê çareser bibe. Ji bo wê jî biryara DMME’yê siyasî ye.”
Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina Kurdan e
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gelê Kurd jî tê meşandin û wiha got: “Giraniya serok di Rojhilata Navîn de heye. Dewleta Tirk li hemberî pirsgirêka gelê Kurd disekine û naxwaze ew pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo wê jî tecrîda herî giran li ser serokatî dide meşandin.”
‘Divê tecrîd demildest were rakirin’
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên cîhanê û kesên demokrat kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava lav û tevgerê û wiha bi dawî kir: “Serok dixwaze di Rojhilata Navîn de aştî pêk werê. Li hemberî wê divê kes nesekine. Divê demildest tecrîda li ser serok bê rakirin. Pirsgirêka gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi azadiya serok dê werin çareserkirin.”
ANHA