Li bajarê Pêşawar ê Pakistanê, serê sibehê li dibistaneke ku dersa Quranê lê dihate dayin, teqînek çêbû. Di encama teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
Rayedarekî polîsan ji AFP’ê re ragihand ku kesekî di dema dersên Quranê de bombe di nava çenteyekî de xistiye hundir.
Rayedaran diyar kirin ku kesê teqemenî xist medreseyê, beriya teqînê ji medreseyê derket.
Di dîmenan de ku li ser Facebookê hatin weşandin, meleyê ku serê xwe girê dabû û kincê spî li xwe kiribû, dema ku dersa olî dida û bi zimanên Erebî û Paştûnî qala hedîsên Quranê dikir, teqînê rû da.
Rayedarekî din ê polîsan ji AFP’ê re ragihand ku di encama teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
Rayedarekî nexweşxaneyê diyar kir ku 7 cesed û 70 birîndar birin nexweşxaneyê.
Hate ragihandin ku temenê kesên jiyana xwe ji dest dane ji 20 heta 40 salî ye, di nava birîndaran de zarok jî hene.
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedaye ser milê xwe.