Hate diyarkirin ku li qada Bruxelles Capatîle-Ixellesê ya li ber qeleqola polîsa di şeva nava Duşem û Sêşemê de kesek hatiye destgîrkirin.

Li gorî medyaya Belçîkayê li ser kesê bi guman ê bi navê John C. bivir û kêr hate dîtin. Hate zanîn ku piştî lêgerînên li mala kesê bi guman ê 43’ê salî çek jî hatine dîtin.

RTL Info diyar kir ku kesê bi guman li ber qeleqola polîsan ji ber nêzîkatiyê bi guman ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Dozgeriyê hê bûyer piştrast nekiriye.