Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28ê Cotmehê 2020 ÇANŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me…
&- Ciwanên ku çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Strasboûrgêdewir girtibûn, nerazîbûn nîşanî Provakasyonên PDK’ê dan.
&- Li bejahiya navçeya Wanê Elbakê, bi tevlîbûna hejmareke zêde leşker û cerdevanan operasyona leşkerî dest pê kir.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, got; “Peymana Şengalê ya PDK û Bexdayê wê bi tu awayî neçe serî.”
&- TEV-DEM’ê bang li gelê Kurdistanê û hêzên nîştimanî yên Kurdistanî kir ku li hember planên komplogerî yên dewleta Tirk hişyar bin û xwedî helwest bin.
&- Şêniyên Reqayê destnîşan kirin ku hevgirtina êlan bi hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, wê herêmê ji planên dagirkeran biparêze.