Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyeyê şandiye Azerbaycanê û ew li Qerebaxê xistiye şer. SOHR’ê diyar kir ku heta niha 2 hezar û 350 çete çûne Azerbaycanê.
Li gorî daxuyaniyê ji dawiya sala Îlonê û heta niha 217 çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin û cenazeyê 138 çeteyan anîne Sûriyeyê.