1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Çalakger li qada Pîazza Mîrtî ya li navenda bajêr li hev kom bûn û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Çalakgeran di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Di çalakiyê de bi navê RETE Kurdistan Vîncenzo Mûlîccî axivî û anî ziman ku berxwedana Kobanê li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê ya faşîst û paşverû destaneke mezin a berxwedanê bû û got, “Dîrok û mirovahî wê şoreşa li Rojava û berxwedana destanî ya li Kobanê zanibe, wê nas bike.”
Aktîvîst Stafetta Sanîtarîa û Osvaldo Gîûîano jî li qada çalakiyê axivîn, Roja Kobanê pîroz kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.