Di dawiya hefteyê de hilbijartin hate kirin û li gorî Komîsyona Hilbijartinê pêkhateya Xewna Gurciyan ya di bin pêşengiya milyarder Bîdzîna Ivanşhvîllî ji sedî 48’ê dengan stend û partiyên muxalefetê jî ji sedî 45,6 deng stendin.
Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku ligel şewba koronavîrusê jî tevlêbûna hilbijartinê ji sedî 56 e.
Xwepêşander li qada sereke ya Tîflîsê kom bûn. Li ser navê Tevgera Neteweyî ya Yekgirtî (MNU) Nîka Melîa axivî û got ku, “Hemû komên muxalefetê biryar dane ku tevlî parlementoyê nebin.”
Li gorî vê hilbijartinê wê 120 kes ji bo meclîsê werin hilbijartin. 30 parlementerên mane jî wê bi pergala hilbijartina herêmî werin diyarkirin.
Li Gurcistanê protestoyên li dijî hikumetê û sixtekariya hilbijartinê bi pergalî êdî tê kirin. Çavdêrên AGIT û Meclîsa Parlementerên NATO’yê daxuyanî dan û diyar kirin ku hilbijartin ‘ne bêqisûr’ bû. Çavdêrên herêmî gotinên tund kirin. Li gorî şaxa herêmî ya Rêxistina Şeffaftiya Navneteweyî ev hilbijartin ‘ji bo demokrasiya li Gurcistanê gaveke bi paş ve ye’.