1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Qibrisê hate pîrozkirin.

Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, Meclîsa Gelê Kurd a bajêr bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Parka Molozê pêk hat û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û PYD’ê hatin hildan.

Li pey deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş axivî. Terbuş têkçûna barbariya DAÎŞ’ê û faşîzma dewleta Tirk a li Kobanê li pêşberî hêzên azadiyê bi bîr xist.

Terbuş diyar kir ku gelê Kurd bi ruhê Kobanê berxwedana mezin a li dijî faşîzma Erdogan dewam dike û rêberê azadiyê yê gelên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan silav dikin.