Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2ê Mijdar 2020 DUŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Doh li Ewropa, gelek bajarên cûda, “Ji bo azadiya Ocalan” çalekî hatin lidarxistin.
&- Rihan Loqo xwesteka rakirina pergala hevserokatiyê red kir û got: ev pergal mafekî rewa yê jinan e û rakirina wê tê wateya rakirina destkeftiyên Rojava.
&- Doh 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû û li gelek bajarên cîhanê Kurd û dostên Kurdan çalekî kirin.
&- Hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirin, gihişte 79 kesan.