Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ragihand ku 30’ê Cotmehê li Maliyê hêza Barkhaneyê operasyonek meşand ku tê de zêdeyî 50 cîhadîst hatin bêbandorkirin.”

Li gorî wezîr, çek û alavên leşkerî yên cîhadîstên hatin kuştin hatine desteserkirin.

Parly di çarçoveya serdana li Nîjer û Maliyê de, piştî ku bi rayedarên hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Malî re ev daxuyanî da.

Parly anî ziman ku bi rêya vê operasyonê derbeke giran li Ketîbeya Ensarûl Îslam a ser bi El Qaîdeyê hatiye xistin ku li herêma Boulikessi ya li nêzî sînorê Bûrkîna Faso tevdigere.

Li gorî Wezîra Parastinê, balafirên bêmirov ên artêşa Fransayê baskekî mezin ê cîhadîstan ên bi motorsîkletê tespît kirin. Parly got, “Koma motorsîkletan piştre li hev kom bûn û li binê daran xwe veşartin. Li herêmê du balafirên me yên Mirage hebûn. Li Barkhaneyê yekser dest bi operasyonê kirin û lê dan.”

Li gorî wezîr nêzî 50 çek hatin bidestxistin û nêzî 30 motorsîklet jî hatin îmhakirin.