Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Çelê, Barzan, Sîdekan, Herekol û Qilabanê lidar xistî, eşkere kir, têkildarî êrîşên hewayî jî agahî parvekirin. HGP’ê ragihand ku li Cûdiyê jî endamekî JÎTEM’ê ceza kirine.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê ve hatî parvekirin, di rêzeçalakiyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê hatî kirin de bi kêmanî 16 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
LI ÇELÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de dewam dikein. Agahiyên têkildarî çalakiyên xurt ên li dijî leşkerên Tirk wiha ne:
10’ê Cotmehê hêzên me li dijî leşkerên li Qereqola Gomê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek kirin. Ji du baskan ve li kozik, çeper û wesayîtên zirxî yên li qereqolê hatin xistin û gelek çeper hatin ruxandin, her wiha wesayîteke bi tîpa amarok û wesayîtek zirxî ya bi tîpa kîrpî hatin îmhakirin. Di çalakiya de bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus, hewan û helîkopteran li qadê dan.
LI BARZAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
11’ê Cotmehê saet 15:00’an hêzên me yê YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Xwedê yên li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
Dîsa heman rojê hêzên me saet derdorî 19:30’î hêzê me li dijî leşkerên li Girê Lêlîkan ê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûne çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiya çeperên li gir kirin hedef de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên Tirk agahiyên zelel nehatin bidestxistin.
LI HERKEKOL A SÊRTÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 9’ê Cotmehê saet 10:00’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sorxwîn ê Herêma Herekol a Sêrtê çalakiye kirin. Di vê çalakiya bi xurt li leşkerên TC’ê hatin xistin de 4 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Hêzên me di çarçoveya pêngavê de, 10’ê Cotmehê car duyan leşkerên li Girê Şehîd Sorxwîn ê girêdayî Herêma Herekolê kirin hedef û lêdan. Di çalakiya bi xurt hate lêdan de 1 jê fermandarê gir 2 leşker hatin kuştin.
LI QILABANÊ ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA STAR’Ê
10’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Star saet 10:40’î li dijî Qereqola Yekmalê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiye kirin. Di vê çalakiyê de avahî û çeperên li qereqolê hatin xistin û têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelel nehati bidestxitin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
11’ê Cotmehê saet derdorî 20:20’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li devera Gundê Filleha a girêdayî Herêma Zapê ya Hermên Parasinê yên Medyayê barandin.
ENDAMÊ JÎTEM’Ê HATE CEZAKIRIN
26’ê Îlonê di saetên danê nîvroyê de li devera Girê Çolya a Çiyayê Cûdî ya Şirnexê kesê bi navê Ayhan Omer ê endamê JÎTEM’ê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Ev kes li deverên gerîlayên me lê karê sîxûrî û keşfê dikir û di şehîdbûna hevrêyên me de rol lîstiye.”