Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê encamê şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya‘Şerê Tinekirina Terorê’ aşkerakir. QSD’ê diyar kir ku 34 çete hatine kuştin 3 bargehên wan hatin rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD bi daxuyaniyeke encamên şerê 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” aşkera kir.
Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Li eniyên (Baxoz, Behra û Hecînê) di saetên sibehê de şerên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de rû dida. Rêxistina terorîst ji toz û bahozê sûd girt û bi hejmareke mezin li hemû eniyan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin, şervanên me bersiva hemû êrîşên terorîstan dan, di encam de bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, gelek terorîst jî reviyan. Li aliyekî din jî du wesayîtên bombebarkirî yên terorîstan ku dixwest di nava şervanên me de werin teqandin beriya bighêjin armancên xwe hatin teqandin.
Di heman demê de Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi fûzan bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û 3 bargehên wan hatin rûxandin.
Encam:
-34 terorîst hatin kuştin.
-3 erebeyên bombebarkirî û 3 bargehêên terorîstan hatin teqandin.
-Balafirên Koalîsyona Navdewleta li 8 cihan da, her wiha bi 29 fûzên Haymerzê bargehên li bargehên terorîstan dan.”