Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 3ê Mijdar 2020 SÊŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Tecrîd, faşîzm û dagirkerî li bajarê Kanada Toronto, bajarê Fransa Marsîlya, bajarê Elmanya Mûnîh û Kîelê hate şermezarkirin.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got, Xweserî û xweparastina Şengalê ji bo xelkê Şengalê mîna şîrê dayikê helal e

&- Li Heftanînê 6 dagirker di encama çalakiyên gerîlla de hatin kuştin.

&- KJK’ê bi daxuyanîyekî xwest ku biryara darvekirinê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye dayin bê betalkirin.

&- Serokê PDK’ê Mesût Barzanî, piştî hefteyekê ya banga Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a hişyariyê û şûn de, daxuyaniyek da û PKK sûcdar kir.

&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, peymana PDK’ê û hikumeta Iraqê jî nirxand û got, hêzên ku mafê wan tine bi axivin, radibin ji bo şengalê peymanan çêdikin.