Nîqaşê roja Duşemê li bajarê Gadamesê dest pê kir ku li başûrê rojava yê Lîbyayê ye. Ji her du aliyan heyetên leşkerî yên ji pênc kesan beşdarî hevdîtinan bûn. Van heyetan Komîsyona Leşkerî ya Hevpar ava kirin. Seroka demkî ya mîsyona piştevaniya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî Stephanie Williams jî beşdarî civînan bû.

Stephanie Williams êvarva Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo hêzên leşkerî vekişin baregehên xwe û çavdêriya çûyîna hêzên biyanî ya li eniyên şer, aliyan li ser pêkanîna komîteyeke jêrîn a leşkerî li hev kirine.

Li gorî Williams, Komîsyona Leşkerî ya Hevpar biryar da ku di dema herî kurt de li bajarê Sîrte yê li bakurê welêt li hev bicive û li wir navendekê ava bike. Ji meha Hezîranê ve derdora bajarê Sîrteyê eniya şer e.

Civîna destpêkê ya ji bo ‘yekkirina parêzvanên navendên petrolê’ wê 16’ê Mijdarê li termînala Bregayê pêk were. Pêwendiya hewayî ya navbera Sehba û Gadamesê jî wê ‘tavilê’ bê pêkanîn.

Komîsyonê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku ji bo pêkhatina agirbesta li Cenevreyê hate îmzekirin, bi rengekî lezgîn pêşnûme biryareke diyarker bixe dengdanê û bipejirîne.

Beriya danûstandinên li Gadamesê di 23’ê Cotmehê de li Cenevreyê di bin sîwanê Neteweyên Yekbûyî de peymaneke agirbestê ya mayinde hatibû îmzekirin.

Ji sala 2011’an dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî û vir ve Lîbya di nava kaosê de ye.

Di rewşa heyî de welat di nava du hêzan de parçe bûye. Li aliyekî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trablûsê ku Tirkiye û Qatar li pişta wan e, li aliyê din jî hêzên Mareşal Xelîfe Hefter ên li rojhilatê welêt ku Îmarat, Misir û Rûsya piştgiriya wan dike.

Dewleta Tirk piştgiriyeke yekser dide hikumeta li Trablûsê ku Îxwanî Muslimîn li ser serdest e û bi awayekî eşkere ambargoya çekan binpê dike.