Kampanya boykotkirina malên Tirk ku li Erebistana Siûdî dest pê kir, hefteya dawî li welatên Ereban belav bû. Pêşengê vê kampanyayê Serokê Giştî yê Civat-Komeleya Rojnamevanan a Erebistana Siûdî Naser El Xerbî diyar kir ku boykot helwesteke li dijî polîtîkaya Erdogan a dijminatiya li Ereban e. Naser El Xerbî ji ANF’ê re axivî.

El Xerbî diyar kir ku amadekariyên kampanya ji bo boykotkirina mal, tûrîzm, fîlm û rêzefîlmên Tirk beriya demekê hatibûn kirin, lê belê hefteya dawî dengê gelê Erebistana Siûdî li welatên Ereb belav bû. El Xerbî destnîşan kir ku bi vê biryara boykotê re hatiye nîşandan ku dijminatiya rêveberiya Erdogan a li welatên Ereb tê dîtin û got, “Gelê Erebistanê cihê xwe li gel rêveberiya xwe girt û li dijî siyaseta dijminane ya Erdogan helwest nîşan da, dest bi berxwedanê kir. Xelk dibêje, ‘rêveberiya me bi sebir tevbigere jî em êdî nikarin xwe li vê siyaseta qirêj a rêveberiya Erdogan rabigirin’. Lewma vê hefteya dawî boykot gihîşte asta herî bilind. Ev helwest wê zerareke mezin bide têkiliyên aboriyê yan jî bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Erebistana Siûdî û welatên kendavê re. Wê bandorê li aboriya Tirkiyeyê bike.”

El Xerbî anî ziman ku ev boykot di heman demê de li dijî polîtîkaya weşangeriyê ya qirêj, sextekar û derewîn e û got, “Ji ber ku medya Tirk hem têkildarî Erebistana Siûdî hem jî li ser Îmarat weşaneke gelekî qirêj û derewîn dike. Em van derewên wan hem li nava gelê Ereb hem jî li tevahiya cîhanê teşhîr dikin.”

‘HAYA WAN JI ROLA EREBISTANA SIÛDÎ HEYE’

El Xerbî destnîşan kir ku Erdogan zane, giranî û girîngiya Erebistana Siûdî ya li ser welatên Ereb li pêşiya wî dîwarekî xurt e û got, “Fêhm kir ku wê negihêje armanca xwe. Girîngiya Siûdî ya li nava aboriya cîhanê zane. Koalîsyona Tirkiye û Qatarê ya ji bo fînansekirina rêxistinên terorê ji aliyekî ve lawaz dibe, li aliyê din ji bo bidome, tê xurtkirin. Îran jî di nava vê tifaqê de ye. Ji bo ziwakirina çavkaniya vê tifaqê hewldana Erebistana Siûdî dewam dike. Boykot jî parçeyek ji vê yekê ye. Wê bandoreke mezin li ser siyaset û aboriya Tirkiyeyê bike. Erebistana Siûdî dewleteke Ereb a ji rêzê nîne.”

‘GEL BIRAYÊN ME NE’

El Xerbî diyar kir ku gelên li Tirkiyeyê birayê wan e û got, “Ev biryara boykotê ji ber polîtîkaya dijminane ya rêveberiya Tirkiyeyê ya li dijî wleatê me û gelê me ye. Lewma divê birayên me yên li Tirkiyeyê jî li dijî hikumeta Tirk û dîktatoriyê helwestê nîşan bidin. Ji ber ku ev siyaseta dijminane zerarê dide gelên Tirkiyeyê.”