Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4ê Mijdar 2020 ÇARŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

bultena rojê destpê dike, niha jî çend senrûçeyên me…

&- Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztuk got, ger em nikaribin daxûyaniyekê bidin, tecrîd li ser me jî heye.

&- PDK hêzek çekdarî ya bi navê ‘Mekteba Serok’ sewqê Xelîfan û Barzanê kir

&- Derket holê ku di civîneke taybet, di 27’ê Cotmehê de li avaniya Mesûd Barzanî bi şandeya MÎTa Tirk re hatiye kirin û biryara “Operasyona Garê” hatiye girtin.

&- Navenda Ragihandina HPG’ê şehîdên herêma Serhedê bi bîr anîn.

&- Yekîneyên Tolhildanê, got, wan di meha Cotmehê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyê gelek çalekî lidarxistine.

&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK, encamnameya kongreya 31’ê Cotmeha 2020’an bi raya giştî re parvekir.