Berdevkê hikumetê Rene Emmanuel Sadi bi daxuyaniyekê ragihand, li Kumbo ya bakur rojavayê welêt ku yek ji du herêmên bi Îngilîzî lê tê axaftin, li dibistaneke Protestan “Gelek terorîstan (…) şeş mamoste û 10 xwendekar revandin.”
Di encama çalakiyeke ji ber xwe ve ya malbatên xwendekaran de xwendekar hatin berdan, lê belê mamoste hîn jî di destê koma çekdar de ne.
Li gorî mamosteyekî ku di dema êrişê de li herêmê bû û navê xwe eşkere nekir, ji AFP’ê re diyar kir ku êrişkaran ji mamoste û xwendekaran xwestine ku xwe tazî bikin û wêneyên wan ên tazî kişandine. Piştre jî xwestin ku polên dibistanê bişewitînin. Ev êriş roja Çarşemê pêk hat.
Li paytexta herêma bakur rojava Bamendayê jî roja Sêşemê çar êrişkaran êriş biribûn ser dibistanekê.
Di 24’ê Cotmehê de jî 7 xwendekar di êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin. Koma cihêkar a çekdar a Yaounde ji vê êrişê berpirsyar hatibû nîşandan.