Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Efrînê Bêrîvan Xelîl li ser mijarê dijberiya ENKS’ê ya li perwerdeya bi zimanê Kurdî got, “Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman pêk hat. Zimanê dayikê weke koka darê ye, ger hişk bibe, ew dar jî wê bişkê.”
Ev demeke ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan xebat tê meşandin, lê piştî rêkeftinên dawiyê gelek bûyer derketin holê, weke neqebûlkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî di hundirê qada Rojavayê Kurdistanê de her wiha neqebûlkirina sîstema hevserokatî ji aliyê ENKS’ê ve.
Di wê derheqê de Hevseroka Desteya Perwerde a Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku zimanê dayikê weke koka darê ye ger kok qut bibe dar bi giştî wê hilweşe.
‘KURD TIM PARÇEYÎ MANE’
Xelîl bal kişand ser yekîtî û yekrêziya nava Kurdan û got: “Bê guman avakirina yekîtiya Kurdan an jî yekêziyê, ev hêviyek asoya hemû Kurdan e. Tim di dîrokê de Kurd belav û parçe mane, yekîtiyek di nava xwe de ava nekirine. Ji ber di herkîna dîrokê de her wisa bûye, welatê Kurdan hatiye parçekirin. Her wiha nehiştine bizavên Kurdan jî yek rêz bin, neteweyî bin û bi awayekî neteweyî kar bikin, xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê Kurd tim parçeyî mane. Di dîrokê de tevgerên Kurd bi awayekî baş nebûne xwedî helwesteke yekîtî û yekrêziyê. Di roja îro de xebatek baş li çar parçeyên Kurdistanê û dîsa taybet li Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
‘TIŞTEK NÎNE KU EM NIKARIBIN LI HEV BIKIN; XWÎNA ME KURDAN TEV YEK E’
Yekîtiya neteweyî xeyelekî yê hemû Kurdan e. Hêvî û baweriyek heye ku em hemû di nava xwe de yek bin. Bê guman eger em di nava mala xwe de ne yek bin, em ê nikaribin li hemberî cîhanê helwesta xwe ya neteweyî, xebata xwe ya neteweyî û şerê xwe yê parastinê yê neteweyî diyar û xuya bikin. Em yekîtiya nava mala Kurd pir girîng dibînin. Tiştek nîne ku em nikaribin li hev bikin. Xwîna me tevan yek e. Çiqas pirsgirêk hebe divê em bikarin di nava xwe de yekîtiyek ava bikin. Divê yekîtî û yekrêzî dûrî berjewendiyên takekesî bin, di berjewendiyên şoreşê û parastina nirxên şoreşê de bin.”
‘BI ŞOREŞA ROJAVA RE, XEBATÊN ZIMAN JÎ MÎNA ŞOREŞEKÊ BI PÊŞ KET’
Bêrîvan Xelîl qala perwerdehiyê ya li Rojava jî kir û wiha pêde çû: “Gelek guhertin bi şoreşa Rojava re çêbûn. Yek ji van jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Bi hezaran xwendekar û mamoste hatin perwerdekirin. Her civakek neteweyek, pêkhateyek bi zimanê xwe tê naskirin. Civakek bê ziman bê çand bê dîrok e; tiştekî xwe li holê tine ye. Di heman demê de nasnameyek ji bo her pêkhateyê zimanê wê ye. Em Kurd tevî ku bi hezaran salan zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, lê em deyndarê dapîr û bapîrên xwe ne ku heta niha zimanê me ruxmî ewqas zorî û zext li ser hatiye, dane domandin û heta roja îro anîne. Piştî Şoreşa Rojava pêşketiye û bi şoreşê re bêguman xebatê ziman jî weke şoreşekê bi pêş ket. Ji ber ziman lingekî bingehîn ê şoreşê ye, ew şahî û xeyalek ji bo me ku berê me bi dizî li cihên veşartî tîpên ziman nîşanî hev dida. Kelecan û kefxweşiyek li gel me çêkir. Bi hezaran keç û xortên me berê xwe dan vî karî ku bi pêş bixînin û ev sîstem were rûniştin. Li gel ku me guherînek li hemû bajarên Kurdan çêkir ku xwendekar ji seretayî ta bi peymangeh û zanîngehan bi ziman çand û dîroka xwe bixwînin û bihizirin berxwedana ku hate kirin gihişte asta ku şehîd bên dayîn.”
Hevseroka Desteya Perwerde a Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl bal kişand ser helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdehiya zimanê Kurdî û wiha domand: “ENKS’ê di hevdîtinan de ji PYD’ê daxwaz kiriye ku zimanê Kurdî rabe û vegera perwerdehiya rejîmê. Gelo ev daxwaz li ser kîjan bingehê ye? Heke yekrêziya Kurdan vê daxwazê dike ev perwedehiya rejîmê bi zimanê wan wê ji bo me pijaftinek be dîsa tunekirina ziman, çand û dîroka me ye. Mafê Kurdan di nav vê yekrêziyê de wê çi be, bêyî pêşeroja bi Kurdî ku zarokên me nikarbin bi zimanê xwe stranekê, helbestekê an jî çîrokekê bibêje. Heke ziman tune be mafê Kurdan û yekîtî çi ye? Em rakirina perwerdehiya bi zimanê dayikê yek car red dikin.
‘ZIMAN KOKA CIVAKÊ YE’
Di şoreşên gelan de ziman bi serê xwe şoreşek e, şoreşa rojava jî şoreşa zimane. Ziman ji bo civakan hebûn û nasnameya wê ye, ew koka darê ye çawa dar li ser koka xwe şîn dibe, civak jî bi zimanê xwe şîn dibe û geş dibe. Banga me ji bo yekrêziya Kurdî mijara ziman ku her pêkhate bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne xalek bingehîn be.”