Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5ê Mijdar 2020 PENÇŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Hevserokatiya KCDK-E bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna, ji bo çalekiya pankartên “Ji Ocalan re azadî” kir-

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCKê, li ser daxuyaniya Serokê giştî yê PDKê Mesud Barzanî daxuyaniyek da û got: Mesud Barzanî niyeta xwe ya şer eşkere kir.

&- Koordînasyona KJKê li dijî haqaretên PDK ya li dijî Tevgera wan daxuyaniyek da û got haqaretên ku PDK li tevgera me dike bêguman ne tenê li dijî me ye, heqaretên li jinên Kurd hemûyan e.

&- Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn, ku hêzên PDK’ê ji bajarokê Çemankê ber bi Herêma Garê ve dest bi operasyoneke leşkerî kirine.

&- Malpera Lêkolîn diyar kir ku PDK ji bo şerekî li dijî hêzên Şingalê, pêşmergeyên Roj û çekên weke Mîlano dişîne herêma Şingalê.