Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Fatma Tokmak giran bûye ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin.
Li gel rapora “nikare li girtîgehê bimîne” ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, girtiya nexweş Fatma Tokmak nayê berdan. Rewşa wê ya tenduristiyê giran dibe.
Parêzer Jiyan Tosûn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê serdana Tokmak kir û têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Tosûn bi bîr xist ku nexweşiya dil bi Tokmak re heye û canê wê werimiye, dilê wê bi rêk û pêk lê neda, timî ji ser hişê xwe diçe.
Tosûn anî ziman, ji ber zexta karantînayê ya li girtîgehê naxwaze biçe nexweşxaneyê û ragihand, berê li Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê hefteyê carekê xwîna wê dihate guhertin, lê belê doktor ev yek kiriye mehê carekê û li revîra girtîgehê tê kirin.
BÊHIQÛQIYA KU JI SALA 1996’AN VE DEWAM DIKE
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku hem parêzer hem jî wasiya Tokmak e diyar kir ku hevdîtina wê ya bi muwekîla wê re tê astengkirin.
Keskîn ku bi salan e bi dosya muwekîla xwe re mijûl dibe, anî ziman ku ji destpêkê ve bêhiqûqî li muwekîla wê tê kirin.
Keskîn bi bîr xist ku Tokmak sala 1996’an tevî kurê xwe yê 2 salî Azad hate destgîrkirin, êşkenceya giran lê hate kirin, li pêş çavên kurê wê çixare li bedena wê hate vemirandin, tevî ku bi gotinekê jî bi Tirkî nizane îfade bi zorê pê dan îmzekirin û ji ber sûcê ku nekiriye cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn.
Keskîn diyar kir ku di vê demê de nexweşî li Tokmak giran bûye, lê belê li gel rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê jî nayê berdan.
Keskîn ragihand ku hiştina Tokmak li girtîgehê rîskek mezin e û divê tavilê bê berdan.