Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan poster hatin daliqandin.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Elmanyayê qedexe tê dîtin, li gelek qadên bajarê Bîelefeldê hatin daliqandin.

Ciwanên Kurd di vê çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin.

Çalakî weke beşek ji pêngava çalakiyên pankartan a li tevahiya cîhanê destpê kiriye, pêk hat. Çalakiyên ku 1’ê Mijdarê dest pê kirin wê heta 10’ê Mijdarê dewam bikin.