Encama hilbijartinên serokatiyê yên DYE’yê ku 3’ê Mijdarê pêk hat û hîn jî jimartin dewam dike, nediyar e.

Her eyalet delegeyên hilbijêr diyar dikin ku ew delege wê serokê nû yê DYE’yê hilbijêre.

Namzetê demokratan Joe Bîden heta niha 264 delege, namzetê Komargeran Donald Trûmp jî 214 delege bi dest xistiye.

EYALETÊN KU WÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN

Li Alaskayê 3 delegeyên xwe hene û bi dehan sal in li vê eyaletê deng ji namzetên demokrat re neçûne.

Hejmara delegeyên eyaleta Arîzonayê 11 ye. Li vê eyaletê Joe Bîden bi rêjeya ji sedî 50.1, Donald Trûmp jî bi rêjeya ji sedî 48.5 ê dengan wergirtine.

Di navbera her du namzetan de 47 hezar deng hene.

Hin saziyên çapemeniyê radigihînin ku Bîden li vê eyaletê bi ser ketiye, lê belê hîn jî encamên misoger diyar nebûne.

Li eyaleta Georgîayê 16 delege hene.

Ji sedî 98 ê dengên li eyaletê hatin jimartin. Ev eyaleta li başûrê rojhilat ê DYE’yê ji sala 1996’an ve tercîha xwe li aliyê Komargeran datîne.

Eyaleta Nevada jî xwedî 6 delegeyan e. Ji sedî 89 ê dengan hatin jimartin. Joe Bîden ji sedî 49.4 ê dengan, Doland Trûmp jî ji sedî 48.5 ê dengan wergirtiye. Di navbera herdu namzetan de 11.500 deng hene.

Li eyaleta Pennsylvanîe jî 20 delege hene.

Ji sedî 95 ê dengên li vê eyaletê hatine jimartin. Li vê eyaleta ku eyaleta pîşesaziyê ye dengên herdu namzetan gelekî nêzî hev in. Li vê eyaletê Trûmp li pêşiya Bîden xuya dike.

Eyaleta Carolîne ya Bakur xwedî 15 delegeyan e.

Ji sedî 95 ê dengan hatin jimartin. Li vê eyaletê jî Trûmp li pêşiya Bîden e. Di navbera herdu namzetan de 77 hezar deng hene. Lê belê li vê eyaletê wê dengên bi rêya postayê hatine bikaranîn û di nava 9 rojên piştî hilbijartinê de gihîştine bên jimartin.