Li ser giliya jineke şahid ya li ser polîsê bi nave Tony A. ku li Berlînê dema xwepêşandanekê de ciwanekî Kurd hatibû destgîrkirin û polîsê navborî lê dabû, doz hatibû vekirin û 1 sal û 3 meh ceza li polîs hate birîn.
Li Elmanyayê ji milyonekê zêdetir Kurd hene û dibine mexdûrê siyaseta dewletê ya krîmînalîzekirinê, di xwepêşandanên bi aştî de polîs bi tundiyê bi ser wan de diçin. Tundiya polîsan a li ser Kurdan bi hinceta yasayan ‘rewa’ tê dîtin lê asoxî polîsek ji ber tundiya li çalakgerê Kurd ceza xwar.
Çend rojên bihurî li Berlînê di çapameniya xwecih de nûçeyek bi sernavê ,”cezayê hepsê li polîs hate birîn ku li çalakger dabû”, weşiya bû. ANF’ê xwe gihande agahiyên berfireh ên rûdanê û darizandinê. Derkete holê polîsê navborî ji ber ku li ciwanekî Kurd daye, ku ciwanê Kurd di xwepêşandanê de hatibû destgîrkirin, ceza xwariye.
1’ê Kanûna 2020’an li BerlÎnê gelek saziyên civaka sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê ya dewleta Elman şermezar bikin xwepêşandaneke girseyî li dar xistibûn ku dewleta Elman ji 26’ê Mijdara 1993’yan ve vê qedexeyê didomîne.
Dema meş û mîtîngê polîsên Elman bi tundî bi ser çalakiyê de çûbû, hin ciwan hatibûn destgîrkirin û polîsan li wan da bû. Yek ji ciwanan ku lêdan ji polîsê bi navê Tony A. xwaribû bi rêya parêzer xwestibû ku gilih bike lê di destê wî ji ber ku ti delîl nebû bi ser neketibû.
Polîseke jin a bi navê Lîsa G. ji polîs re got, ”Tu tim di xwepêşandanên Kurdan de tundiyê bi kar tîne”, li ser giliha polîsa jin derheqê polîs Tony A. li dadgeha xwecih a Berlînê lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Beriya bi çend rojan danişîn çêbûbû û dozger ji polîsê bi navê Tony A. re got, ew xwe weke, ”kesê cezayê dibire” dibîne û sûc e li kesên destgîrkirî bixe.
Polîs dema ku xwe parastî got çalakger kulm avêtiya wî lê polîsa bi navê Lîsa G. ev îdîaya Tony A. li derewê qeliband û got polîs di wesayitê de ciwanê destgîrkirî dirêj kiriye û lê daye.
Dadger bi îfadeya polîsa jina qanih bû û 1 sal û 3 meh ceza li polîs birî, Tony. A. bi şertê kontrola edlî nehate girtin lê ji kar hate avêtin.