Li gorî agahiyên hatine wergirtin, gundê Elîşer ê li rojhilatê Kobanê bû hedefa êrîşê. Hêzên dagirker bi çekên giran êrîşî gund kirin û hate ragihandin di êrîşê de tiştek bi kesekê ne hatiye.

Hêzên Tirk ên dagirker roja Şevan Pênçşemê jî êrîşî gundê Girmişkê yê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê kiribûn. Di êrîşê de gundiyê bi navê Delîl Dawûd Şêxo yê 36 salî birîndar bûbû.

Ji aliyeke din ve û Li gorî agahiyên ku niştecihên gund dane, arêtşa Tirk a dagirker qeweteke leşkerî mezin li ser sînorê herêma Firatê nêzî gundê Zorava, Boban û Aşê yên rojavayê bajarê Kobanê bi cih kir.
Çavkaniyekî herêmê diyar kir ku 3 hezar leşkerên Tirk li nêzî bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê hatin bi cih kirin.