Aktîvîstên Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Jin ên Xwedekar ên Kurdistanê (JXK) li dijî tundiya li jinê û qirkina jinê li bajarê Maînz ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Aktîvîstên TÊKO-JIn û JXK’ê saet di 15’an de li Maînzê li hev kom bûn û li dijî tundiya li jinê û kuştina jinê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Jinan tîşortên boyaxkirî bal kişandin ser jinên ku tundî li wan tê kirin û nivîsên Elmanî yên li ser çîroka jinên hatin kuştin xwendin. Jin ên ciwan xwestin bala raya giştî bikişînin ser mijara qirkirina jinê û bi wêneyên ku hildan işaret bi wan jinan hate kirin ku bi destê dewleta Tirk ve hatine kuştin.

Jinan posterên Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Ozgecan Aslan, Îpek Er hildan û destnîşan kir ku ew êdî nema dikarin xwe li kuştina jinan rabigirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî, “Em dibêjin Na” bi dawî bû