KOMAW’ê têkildarî aloziya ku ji ber êrişên PDK’ê zêde bû daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kurd divê pirsgirêkên li nava xwe bi rêbazeke demokratîk çareser bikin.

Di daxuyaniya KOMAW’ê de hate gotin, “Ji bo Kurd pirsgirêkên nava xwe çareser bikin û yekîtiya neteweyî pêk bîne, pêwîstî bi siyaseteke demokratîk heye. Zîhniyeta li derveyî vê wê zerarê bide Kurdan û doza wan.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku nêzîkatiya PDK’ê ya dema dawî, nêzîkatiyên ku şerê navxweyî sor dike, Kurd û saziyên Kurdan şoq kiriye û hate bibîrxistin ku PDK êrişên ku mehên derbasbûyî li Qendîlê dikir niha jî li Garê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurd êdî Kurdên berê nînin û hate gotin, “Gelê Kurd polîtîk bûye, siyasî bûye. Yên xiyanetê dikin û zerarê didin destketiyên Kurdan, kî dibe bila bibe wê hesab jê bipirse. Gelê Kurd xwedî wê hêz, hişmendî û qudretê ye.”

KOMAW’ê diyar kir ku şerekî nava Kurdan wê zerarê bide her kesî û bang li Mesûd Barzanî kir û eger xisarek rû bide wê Kurd wê berpirsyar bibînin, ji ber vê yekê jî divê pêşî li felaketeke mezin bigire.