Wekîla nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê Stephanîe Wîllîams diyar kir ji bo hilbijartina li welat nexşerêyekê ava bikin wê roja Duşemê li Tûnûsê derbarê Lîbyayê hevdîtin were kirin. Wîllîams diyar kir ku ew bi erênî li van hevdîtinan dinihêre.

Di sala 2011’an de piştî ku rejîma Mûammer Qeddafî têk çû, Lîbya di nav aloziyê de ye.

A niha welat di navbera du hêzan de hatiye parçekirin. Li aliyekî li Trablûsê Hikumeta Yekîtiya Neteweyî heye ya ku Tirkiye û Qatar piştgiriyê dide wan û li aliyê din jî hêzên Xelîfe Xeffar heye ku Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Misir û Rûsya piştgiriyê dide wan.

Dewleta Tirk yekser piştgiriyê dide hikumeta Trablûsê û ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike.

Wê 75 nûnerên ji Lîbyayê tevlî hevdîtina li Tûnûsê bibin.

Di meha Cotmehê de di navbera her du hêzan de peymana agirbestê hatibû îmzekirin. Bi vê peymanê re wê rêya destpêkirina hilberîna petrolê û pêşveçûna muzakereyên siyasî were vekirin.

Wîllîams diyar kir u ev hevdîtin firsendeke baş e û got, “Divê ji bo Lîbyayê alîyên tên hevdîtinê  bi ruhê lihevkirinê tevbigerin. Armanca sereke ya li vir divê hilbijartin be. Ji bo hilbijartinan pêdiviya me bi nexşerêyê heye.”