Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9ê Mijdar 2020 DUŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Kampanya pankartan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan doh jî li gelek bajarên Ewropayê hatin lidar xistin.

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehidên meha mijadarê bibîr anî û salvegera 42emîn a PKKê pîroz kir.

&- Li herêma Avaşînê di encama çalakiyên gerîlla de 13 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku PDK hêzên nû şandine deverên Deşta Nehlê, Çemankê, Akrê û Amêdiyê.

&- Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê, derbarê daxûyaniya wê ya li ser PKKê, got, Wezareta Karê Derve ya Fransayê divê dawî li dûrûtiya xwe bîne.

&- Şandeyeke Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya: Gel bo piştgiriya rêveberiyê kom bû.