Ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê Lîbyayê ku sala 2011’an dest pê kir û ji sala 2014’an ve veguherî şerê navbera du hikumetên Trablûs û Tobrûkê, di 9’ê Mijdarê roja Duşemê de li Tûnisê hevdîtinan dest pê kirin. Danûstandin bi malovaniya Serokkomarê Tûnisê Qayes Saîd di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk tên.
Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya ku navenda wê Trablûs e û hêzên Mareşal Xelîfe Hefter ku parlamenta Tobrûkê piştgiriya wan dike, beşdarî danûstandinan dibin.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanîe Wîllîams têkildarî danûstandinan axivî û diyar kir ku ji bo serketinê ew ‘xweşbîn’ e.
Wîllîams ragihand ku ji bo aştî û aramiya li Lîbyayê ew hêvî ye ku wê lihevkirin pêk were.
Bi rêya danûstandinan tê xwestin ku li gel dewamkirina agirbestê her wiha ji bo dema nêz planeke hilbijartinê bê destnîşankirin.
TÛNIS: ŞERT E KU DESTWERDANA DERVE BÊ ASTENGKIRIN
Li gorî Tûnisê ku malovaniyê ji danûstandinan re dike, ji bo serketina van hevdîtinan gelekî girîng e ku welatên sêyemîn dest ji destwerdanê berdin. Serokkomar Qayes Saîd diyar kir ku gelek welatan ji aliyê leşkerî ve dest li Lîbyayê werdane.
Di destwerdana hêzên derve de herî zêde Tirkiye li pêş e ku piştgiriya hikumeta Trablûsê dike. Tê zanîn ku gelek komên ji bo pereyan şer dikin ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê hatine şandin.