Li welatên Ewropayê ku salên dawî bûne hedefa êrişên DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê, piraniya meleyên li hezaran mizgeftên li van welatan wezîfeyê dikin, ya ji welatekî sêyemîn tên yan jî ji saziyeke hîndekariyê perwerdeya olî negirtine.

Qaşo meleyên li gelek saziyên bi navê ‘mizgeft’ê dixebitin, balkêş e ku ji bo Îslamîstên tundrew endaman peyda dikin yan jî bi gotinên xwe pesnê komkujiyan didin.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel roja Duşemê bi Serokwezîrê Awûstûryayê Sebatîan Kûrz re rûnişt û diyar kir ku ji bo perwerdekirina meleyan Yekîtiya Ewropa dixwaze enstîtuyekê ava bike. Mîchel bal kişand ser girîngiya enstîtuyên bi vî rengî rengî û anî ziman ku girîng e welatên endam di vê mijarê de nîqaşekê bikin.

Mîchel ragihand, meleyên li welatên Yekîtiya Ewropayê wezîfeyê bikin pêwîste bi xweşbînî tevbigerin û qanûnên sivîl di ser pîvanên olî de bibînin.

Mîchel 4 kesên ku 2’ê Mijdarê li Viyanayê hatin kuştin bi bîr anî û got, “Bi dîtina me gefa herî mezin a li ser nirxên Ewropayê, gefa terorîst e û nêta me nîne ku di vê mijarê de bi rengekî lawaz û sist tevbigerin.”

Mîchel ragihand ku welatên Ewropayê divê li dijî yên ku tevlî çeteyên mîna DAÎŞ’ê bûne û piştre vegeriyane, divê stratejiyeke hevpar bê afirandin.