Êrişên cîhadîst ên li Parîs û Viyanayê, li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê bi pêşengiya Kurdan bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Êrişên cîhadîstan ên li paytexta Fransa Parîsê û paytexta Awûstûrya Viyanayê, li Osnabruckê hatin şermezarkirin.

Mîtîngê roja Sêşemê saet di 18:00 de li Theaterplatzê dest pê kir. Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, nûnerên Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), Lîkos (Lîberter Komunîst-Osnabruck), Omas gegen Rechts (Pîr li dijî rastgiriyê ne), Lînkjûgend (Ciwanên Çepgir), NoLagerOS, AJOLî û SDAJ tevlî bûn.

Jineke ciwan a Kurd li qada çalakiyê axivî û got, “Bila her kes bi vê zanibe; yên ku êrişî mirovên me yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, yên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê, dikin ku DAÎŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.”

Di çalakiyê de hate xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin, dawî li polîtîkaya krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bê anîn û piştgiriya ji bo dewleta Tirk bê qedandin.