Peymana li ser Qerebaxê ku bi serkêşiya Rûsyayê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hate îmzekirin li paytext Erîvanê hate şermezarkirin.
Azerbaycan, Ermenistan û Rûsyayê, li ser bêdawikirina şerê li herêma Qerebaxê û derdora wê, li hev kirin. Peymana lihevkirinê pêr êvarê, ji aliyê serokdewletê Azerbaycanê Îlham Aliyev, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan û serokdewletê Rûsya Vladîmîr Putîn ve hat îmzekirin.
Paşînyan diyar kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bîne wî mohra xwe daniye binê peymaneke ‘bi êş’. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê ‘hêza aştiyê’ li herêmê bê bicihkirin. Li gorî vê peymanê wê herêmên Şûşê, Ahdem, Kelbecar û Laçînê yên Qerebaxê radestî Azerbaycanê bên kirin.
Ev peyman li Ermenistanê bû sedema nerazîbûneke mezin. Bi taybetî muxalefet li ber desthilatdariyê rabû. Gel jî rabû ser piyan û li paytext Erîvanê li pêşiya meclîsê çalakiyek hate lidarxistin. Bang li Serokwezîr Nîkol Paşînyan hate kirin ku îstifa bike, ji ber ku Qerebax firotiye.
Beşdaran fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku îro Qerebax ji dest biçe wê sibe welatê wan bi temamî bê dagirkirin. Lewma bi tundî li ber lihevkirina li ser Qerebaxê rabûn.
Şerê dawî yê li herêma Qerebaxê, di 27’ê Îlona 2020’an de bi êrîşa Azerbaycanê destpêkiribû. Tê texmînkirin ku di vî şerî de ji her du aliyan herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.